Hewlêr (Rûdaw) - 7 welatiyên ji Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê ku bi tawana beşdariya xwepêşandanên sala borî hatibûn desteserkirin, bi cezayê girtîgehê, pere û lêdana qamçiyan hatin cezakirin.
Li gor zanyariyan, Dadgeha Tawanan a Pîranşarê cezaya 15 sal girtîgehê, 160 qamçiyan û cezayê pereyan li wan 7 welatiyan birî.
7 welatî bi tohmeta “têkdana ewlehiya giştî, çûnûhatina neyasayî di sînoran re, çêkirina molotof kokteylan, çêkirina çek û cebilxane” hatin girtin.
Taha Resûliyan, Sîna Deşmîr, Ehmed Ebdullapûr, Mohsîn Qadirî, Çiya Şehîdeqdam, Ebdullah Qenberîwend û Mehmûd Qenberîwend di du mehên destpêkê yên zivistana par de hatibûn desteserkirin û piştre bi pereyan hatibûn berdan.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, Ebdullah Qenberiwend û Mehmûd Qenberiwend xwedan pêdivî taybet in û Taha Resûliyan jî çalakvanê sivîl û hunermend e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse