Zarokeke 3 salî li Kobanî di bîrekê de jiyana xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê zarokek ku 48 demjimêran di bîrekê de asê mabû jiyana xwe ji dest da.

Zaroka bi navê Mîral Bekir li bajarê Kobanî piştî ket birêke avê û piştî 42 demjimêran ji bîra avê hat derixstin û canê xwe ji dest da.

Çavkaniyên xwecihî ji Kobanî ji Rûdawê re gotin, ku Mîral Ednan Bekir ku ji roja pêncşema borî ve ketibû bîreke gundê Pêndir, îro dema ku wê ji bîrê derdixin û dibin nexweşxaneya Kobanî, tevî hemû hewldanan nikarin rizgar bikin, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dide.

Mîral Ednan Bekir zarokeke biçûk a 3 salî bû, ji gundê Pêndir bû ku nêzîkî 18 kîlometreyan dûrî Kobanî ye.