Li Racoyê fermandarekî Feyleq el Şamê dest daniye ser 350 darên zeytûnan

20-05-2023
Hisên Omer
Li Raco fermandarekî Feyleq el Şam dest daniye ser 350 darên zeytûnan
Li Raco fermandarekî Feyleq el Şam dest daniye ser 350 darên zeytûnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Gawende yê navçeya Meydana ser bi nehiyeya Raco ya Efrînê, fermandarekî grûpa Feyleq el-Şam dest daniye ser 350 darzeytûnên cotyarê Kurd Şêxo Hemze Îsmaîl.

Li gor zanyariyên taybet ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji gundê Gawende wergirtine, grûpên çekdar li gund dest danîne ser 9050 darzeytûnên 14 gundiyan.

Li gundê Gawende yê navçeya Meydana ser bi nehiyeya Raco ya Efrînê, dîmenên gund hatine kişandin û taybet bo Rûdawê hatine şandin. Gund di jêr kontrola grûpa Feyleq el-Şam a girêdayî Tirkiyê de ye. Fermandarekî vê grûpê û birayê xwe dest danîne ser 350 darzeytûnên cotyarê Kurd Şêxo Hemze Îsmaîl.

Çalakvanê belgekirina binpêkirinan li Efrînê Mistefa Şêxo ji Rûdawê re got, piştî Ebû Seqir el-Seydelî dest daniye ser darzeytûnan, gefan jî li xwediyê wan dixwe.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine,  Ebû Seqir el-Seydelî, berpirsê emnî ye li navenda Feyleq el-Şam. Ew xelkê bajarokê el-Hole yê parêzgeha Himsê ye.  Tohmetbar e bi kuştina ciwanê Kurd Mihemed Henîf Hisên ji gundê Bilêlko.

Li gor zanyariyên taybet ku Rûdawê ji gundê Gawende wergirtine, grûpên çekdar li gund dest danîne ser darzeytûnên 14 gundiyan ku navê wan ji Rûdawê re hatiye şandin.

Hejmara darzeytûnên ku ji her 14 gundiyan hatine standin, 9050 darzeytûn in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst