Ji bo 10 parêzgehan hişyarî hat dayîn

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo seranserê wî welatî hişyariya barana zêde û ji bo 10 parêzgehan jî hişyariya lehiyê da.

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê îro Şemiyê 20ê Gulana 2023an li seranserê Tirkiyê baran dibare û li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Enqere, Kirikkale, Konya, Karaman, Aksaray, Nevşehir, Nigde, Çankiri û Isparta yên Tirkiyê jî egera lehiyê heye. Hişyarî hatiye dayîn ku tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Tê pêşbînîkirin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pileya germê di navbera 1 heta 3 pileyan de dakeve.

Herwiha ji bo seranserê Bakurê Kurdistanê jî hişyariya tozbarînê hatiye dayîn û tê gotin ku divê ji bo çûnûhatinê welatî tedbîrên pêwîst werbigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst