Îro mohleta derbasbûna bi deriyê Sêmalka - Pêşabûrê re bidawî dibe

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan Deriyê Sêmalkayê Deriyê Pêşabûr Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro roja dawiyê ya vekirina deriyê sînorê Pêşabûr – Sêmalka yê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye. 

Deriyê sînorî Pêşabûr – Sêmalka yê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de, îşev tê girtin lê ne diyare heta kengî wê girtî bimîne, berî niha çavkaniyekê ji deriyê Pêşabûrê ji Rûdawê re gotibû ku dê heta demeke nediyar derî girtî be û bi hemû awahî çûn û hatin tune ye.

Li gorî zanyariyên di destê Rûdawê de, ji ber ku Rêveberiya Xweser û berpirsên deriyê Sêmalka rê nedan mêvanên merasîma vekirina Yadgeha Nîştimaniya Barzanî ji Rojavayê Kurdistanê werin Herêma Kurdistanê, ew derî hate girtin. 

Îdareya Deriyê Pêşabûrê welatî û sazî û şandên navdewletî agahdar kiriye ku derî ji bo demekê tê girtin, rêveberê deriyê sinorî yê Pêşabûrê dibêj îro dema dawiyê ye ji bo welatiyên Rojavayê Kurdistanê ku xwedî nasname û welatînameya ewropî ne vegerin Herêma Kurdistanê.

Deriyê Sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka bi biryara Serok Mesûd Barzanî 6ê Çileya 2013an ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hate vekirin ku weke deriyekî bazirganî û mirovî jî tê naskirin lê piştî ku Rêveberiya Xweser rê nedabû endam û serkirdeyên ENKSê beşdarî vekirina Yadgeha Nîştimaniya Barzanî bibe biryara girtina derî hatibû dayîn ku sibe roja dawî ya cibicîkirina biryarê ye.

Deriyê Navdewletî yê Pêşabûr-Sêmlaka deriyekî sînorî yê giring ê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye, ji bilî armancên mirovî, deriyekî aborî yê girîng e ji bo Rojavayê Kurdistanê jî, ji ber ku ji %60 kelûpelên xwarinê yên wê parçeya Kurdistanê bi rêya vî deriyê sînor ve tên dabînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst