Serokê Şaxê Amedê yê Partiya Saadetê: Ti helwesteke me li dijî Birêz Barzanî nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaxê Amedê yê Partiya Saadetê Abdrurahman Ergîn sedema bikaranîna  wêneyên Serok Mesûd Barzanî yên ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Erdogan wiha nîşan da: “Armanca me ne rexnekirina birêz Barzanî bû yan jî hevdîtina bi Barzanî re guncaw nebînin. Tenê ji bo eşkerekirina nakokiyên Erdogan bû.”

Partiya Saadetê ya ku pêkhateyeke Hevpeymaniya Millet e di vîdeoyeke xwe ya ku li dijî Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan amade kiribû de wêneyê Serok Mesûd Barzanî bikar anîbû lê piştî ku rastî bertekan hat.

Di vîdeoya ku tê de peywendiyên derve yên Erdogan wek "armanc" hatiye nîşandan de hebûna wêneyê Serok Barzanî li ser torên civakî ji aliyê  Parlamenterê berê yê AK Partiyê Ahmet Faruk Unsal, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê û Parlamenterê Stenbolê Bulent Kaya û siyasetmedarê Kurd Altan Tan jî di nav wan kesan de bûn ku bertek nîşanî wê vîdeoyê dan. Partiya Saadetê pişt re video li ser hesabên xwe yên medyaya civakî rakir.

Serokê Şaxê Amedê yê Partiya Saadetê Abdrurahman Ergîn beşdarî bultena Rûdawê bû û armanca amadekirina wê videoyê zelal kir.

Abdrurahman Ergîn diyar kir ku weke partiyeke di nava Hevpeymaniya Millet de ji bo Kemal Kiliçdaroglu di gera duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê de bi ser bikeve gelek xebat kirine û derbarê armanca videoyê de jî wiha got: “Ew videoyek bû ku rexne li şêwe û zimanê Erdogan digert ku di gera yekem de Erdogan çiqas şaş e û hevdîtina bi kesekî re ji bo wî rewa ye, lê ji bo kesên din ne guncaw e nîşan dide. Eew kesên di videyê de hene nayê wê wateyê ku Partiya Saadetê wan hemûyan rexne dike yan jî li dijî wan e. Weke mînak Partiya Saadetê bi salan e dibêje pêwîst e bi Esed re hevdîtin pêk were. Lê di vîdyoyê de Esed jî heye. Ev nayê wê maneyê ku Partiya Saadetê  destnîşan kir ku divê bi Esed re têkilî neyê dayin.”

Ergîn diyar kir ku armanca wan ew e ku nîşan bidin ku Erdogan berê bi kesên ku hevdîtin kiriye, lê niha niha wan bikar tîne û got: “Di rastiyê de ev videonîşan dide ku Erdogan li qadên hilbijartinê li dijî Îsraîlê derdikeve, lê beriya hilbijartinê yan jî piştî hilbijartinê têkiliyên xwe bi Îsraîlê re didomîne.”

Bi gotina Ergîn di videoyê de hebûna Serok Mesûd Barzanî herî zêde bûye cihê nerazîbûnê û ew derbarê vê yekê de got: “Hebûna Birêz Barzanî ku li herêma xwedî pêgeheke girîng e herî zêde bû cihê rexneyan. Me navenda partiyê ji wê yekê hişyar kir ku dibe ev yek xelet wer fêmkirin. Armanca wan ne rexnekirina birêz Barzanî bû yan jî hevdîtina bi Barzanî re guncaw nebînin. Tenê ji bo eşkerekirina nakokiyên Erdogan bû. Wan jî ji bo ku şaş neyê fêm video rakirin. Ti helwesteke me li dijî Birêz Barzanî nîne”

Serokê Şaxê Amedê yê Partiya Saadetê Abdrurahman Ergîn tekezî li ser alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yên bo mexdûrên erdhejê kir û got: “Herwiha haya me ji alîkariyên Dezgeha Xerxwaziya Barzanî yên di dema erdhejê de heye. Ew yekem dezgeh bûn ku alîkarî gihandin. Me bi xwe jî dît. Ji ber keda wan em spasiya wan dikin.”