Li Zapê 9 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan Leşkerên Tirkiyê Zap Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Colemêrg-Wanê wesayîteke zirxî ya leşkerên Tirkiyê ket nav ava Çemê Zapê û di encama qezayl de 9 leşker birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ÎHAyê îro Şemiyê 20ê Gulana 2023ya wesayîteke zirxî ya leşkerên Tirkiyê li ser rêya Colemêrg-Wanê ket nav ava Çemê Zapê.

Bi alîkariya ekîbên cendirme û xelkê deverê leşkerên di wesayîta zirxî de asê mabûn bi kepçeyên înşaetê yek bi yek ji hatin derxistin.

Leşkerên birîndar ji bo dermankirirnê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hatin veguhestin û hat zanîn rewşa wan a tendirustî baş e.

Şahildalan diyar kirin ku di wesayîtê de 9 leşker hebûn û hin ji wan bi sivikî birîndar bibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst