Dr. Cuma Çîçek sedema daketina dengên HDPê eşkere kir

20-05-2023
RÛDAW
Dr. Cuma Çîçek sedema daketina dengên HDPê eşkere kir
Dr. Cuma Çîçek sedema daketina dengên HDPê eşkere kir
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê HDP Cuma Çiçek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pisporê zanistên siyasî Dr. Cûma Çîçek sedemên kêmbûna dengên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di bin navê Partiya Çepên Kesk (YSP) de beşdarî hilbijartina bû, di çar xalan de eşkere kir. Çîçek her wiha diyar kir ku “8 sal in HDP rastî girtinê hatiye û binesaziya wê hatiye hilweşandin.”

Di Hilbijartina Parlamenteriyê ya Heyama 28an de dengên HDPê ku bi logo û navê YSPê beşdar bû, ji sedî 11,7an daket ji sedî 8,8an.

Akademîsyen û pisporê siyasî Cuma Çîçek rewşa ku piştî hilbijartinên 14ê Gulanê derketibû holê û senaryoyên muhtemel ên geram duyemîn ji Rûdawê re nirxand.

Cuman Çîçek têkildarî encamên hilbijartinê wiha got: “Hêviya Kemal Kiliçdaroglû ya serketinê hebû. Hemî kompaniyên lêkolînê di vê baweriyê de bûn. Lê ev yek pêk nehat, Erdogan û partiya wî bi ser ket. Herwiha tifaqa ku Erdogan pêşengiya wê (Hevpeymaniya Cumhur) dike piraniya kursiyên parlamentoyê bidest xist.

Encama herî berçav jî ew bû ku partiyên ku li ser xeta neteweperestiya Tirk siyasetê dikirin, bihêztir bûn. ÎYÎ Partî, MHP, BBP, Partiya Zafer ji sedî 23 derbas kir. Di dîroka siyasî ya Tirkiyê de ev cara yekemîn e.

Encameke din jî ew bû ku partiya Kurdan çaryeka dengên xwe winda kir.

Eger hûn bipirsin ka ya serketî yê vê hilbijartinê kî ye, ya yekem Erdogan û yê din jî partiyên neteweperestên Tirk in. Piştî 21 salan jî, eger hûn partiya yekem bin we herî ji hemûyan zêdetir kursî bidest bixista, ev serkeftin e.”

"Gel ji muxalefetê bawer nake"

Çîçek li ser pirsa li ser kêmbûna dengên AK Partiyê ji sedî 42 bo ji sedî 33ê wiha got: “Ev 21 sal in desthilatdar e. Di 21 salan de xeletî zêde dibin û mirovan westînin. Her wiha Tirkiye 7 sal in maf û azadiyan bisînor dike. Qada siyasî û civakî teng bûye. Pandemî jî hebû û bi hezaran kes mirin. Erdhejek çêbû dewlet piştî 3-4 rojan xwe gihand herêma erdhejê.

Li gel ewqas xeletî û krîzan jî gel nekarî baweriya xwe bi opozîsyonê bîne û dengê xwe bide wan. AK Partî hemû rexneyên xwe, dîsa jî li pişt Erdogan sekinîn. Li vir faktora Erdogan heye.”

"Ji bo ku Kiliçdaroglu bi ser bikeve divê 4 tiştan bike"

Siyasetzan Çîçek li ser pirsa encamên gera duyemîn ev bersiv da: “Dixuye ku şansên Erdogan zêdetir e. Bû namzetê yekemîn, partiya wî bû partiya yekemîn. Ji ber vê yekê şans zêdetir in.

Li aliyê din şansek Kemal Kiliçdaroglû her çend hindik be jî hîna heye. Diyar e ku Erdogan dê guhertinekê berbiçav neke. Ew dê kampanya xwe bidomîne. Dibe ku hinekî din bala xwe bide neteweperestiyê ji ber ku li ser vê xetê bihêz bûye.

Dema ku em li vîdeoyên ku kişandiye dinêrin Kiliçdaroglu dixuye ku hinekî xeta xwe guhertiye. Ji bo serketinê divê 4 tiştan bike.

Pêşî divê dengdêrên HDPê zêdetir biçin ser sindoqan. Rêje divê bigihîje 9-10. Ya duyemîn jî, alîgirên CHPê yên ku neçûne ser sindoqan divê zêdetir biçin ser sindoqan. Ya sêyem jî, kesên ku em jê re dibêjin ultra-neteweperest û dengê xwe dane Sînan Ogan divê bên îqnakirin. Ya çarem, 2-3 puan kesên ku dengê xwe dane Erdogan bên îqnakirin.”

“Baweriya gel bi siyaseta Kurd kêm bûye”

Çîçek li ser kêmbûna dengên HDP/Partiya Çepên Kesk ev nirxandin kir: “Em li partiyên siyasî yên Kurd yên legal binêrin, ev cara yekem e ku partiyek ewqas deng winda dike. Çaryeka dengên wî çûne.

Ez ji bo vê yekê 4 sedeman dibînim:

Beriya her tiştî ji sala 2016an û vir ve ku piştî têkçûna pêvajoya çareseriyê li bajaran pevçûn dest pê kirin, vê pirsgirêkê baweriya gel a bi siyaseta Kurd qels kir.

Di serdema xendekan de hêviyek hebû ku HDP pêşî li şer bigire û xwedî li pêvajoya aştiyê derbikeve dest. HDPê nekarî herduyan jî bike. Baweriya gel bi siyasetê qels bûye.

Ya duyemîn jî HDP ev 8 sal in weke defakto girtî ye. Hevserok û parlementerên wan di girtîgehan de ne. Nêzî 10 hezar endam û rayêdarên wê di zindanê de ne. Li şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. Binesaziya partiyê têk çûye.

Ya sêyem, biryara piştgirîkirina CHP û Kiliçdaroglu şaş bû. Vê biryarê HDP ji navendeke serbixwe bêhtir kir alîgirê perçeyekê. Nasnameya siyasî ya HDPê qels kir. Tu daxwazek ji Enqereyê nebû.

Çarem jî berbijêrên palamenteriyê bûn. Herî zêde namzet ji derve hatin tayînkirin. Minak kesên ne ji Mûşê bû li wê derê kirin berbijêr. Li Amedê jî heman tişt kirin.

Ji berbijêrên hatine diyarkirin 15-16 Kurd ne. Bi dîtina min ji 8 wekîlên Stenbolê tenê 2 Kurd in. Nûnertiya çep a di nava HDPê de zêde bû. Vê yekê gel bêzar kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst