Artêşa Iraqê Kampa Mexmûrê dorpêç kir

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Hikûmeta Iraqê tevî hêzên ewlehiyê serdana Kampa Mexmûrê kir û bi berpirsên kampê re civiya. Şandeyê 4 merc pêşkêşî rayedaran kirin û 3 demjimêr dem da wan ku bersivê bidin. Şêniyên kampê jî li dijî dorpêçê xwepêşandan kirin.

Şandeya Wezaretên Navxwe û Berevaniyê yên Iraqê bi wesayîtên zirxî, hêzên taybet û polîsan îro Şemiyê çûne Kampa Mexmûrê û dorpêç kirin.

Şande bi rayedarên kampê re hevdîtinek kir, 4 merc pêşkêş kirin û ji bo bersivdayînê 3 demjimêr dem da.

Cîgirê Serokê Rêxistina Qereçûx a Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Reşad Gelalî ji Rûdawê re ragihand, hêzên ewlehiyê derdora kampê dorpêç kirine.

Gelalî got, “Şanda Hikûmeta Iraqê 4 şert pêşkêşî rêveberiya kampê kirin. Ev jî; derdora kampê bi têlan were girtin û ewlekarî ji aliyê leşker û polîsan ve were parastin, ketin û derketina kampê bi rêyekê were dabînkirin, rê bi bendên beton werin girtin û polîsên herêmê vegerin kampê.”

Gelalî da zanîn ku danûstandinên di navbera aliyan de bi dawî bûne û got, şanda Iraqî 3 demjimêr dem dane rêveberiya kampê da ku bersivê bide.

Reşad Gelalî da zanîn ku şêniyên kampê vê rewşê qebûl nakin û li ber kampê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Li aliyê din Nûnera Encûmena Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak jî di xwepêşandanê de daxuyanî da û got, “Dixwazin mafê me yê jiyanê û vîna me tune bikin. 30 sal in me vîna xwe teslîmî kesî nekiriye û nakin jî. Hikûmeta Iraqê pirsgirêkên me çareser nake, me naparêze. Em çêkirina bircên li derdora kampê qebûl nakin. Em teslîmî Hikûmeta Iraqê nabin.”

Li Kampa Mexmûrê ku di sala 1998an de ji aliyê Kurdên Bakurê Kurdistanê ve hat avakirin, nêzî 10 hezar kes dijîn û piraniya wan ji ber ku gundên wan di salên 1990an de hatin şewitandin û di bin zextên dewletê de bûn, ji Şirnexê û Colemêrgê koçber bûn.

Berî niha gelek caran Tirkiyê bi hinceta PKKê êrîşên esmanî li ser kampê pêk anîbûn.