Li Colemêrgê di Gulanê de berf bariya

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê piştî ku baraneke zêde li navenda bajêr bariya li cihên bilind jî berf bariya.

Îro 20ê Gulana 2023an li parêzgeha Colemêrgê şeva borî berf bariya û Çiyayê Sumbul ku bilindahiya wê 3 hezar û 467 metre ye sipî bû.

Herwiha li çend cihên nêzîkî wî çiyayê jî berf bariya ye û pileya germê jî daketiye.

Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran dibare û li gor pêşbîniya Saziya Keşnasî a Tirkiyê di nav çend rojên li pêşiya me dê pileya germê 1 heta 3 pileyan dakeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst