Ji bo gera duyem rapirsiya ewil: Meyla Enqerê diguhere

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Hilbijartinên Serokkomariyê Rapirsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiyeke Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya HBSê berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan di gera dûyem a hilbijartinê de li bajarê Enqerê yê Tirkiyê ji sedî 50.6ê dengan bidest dixe. Ev di demekê de ye di hilbijartina serokkomariyê ya 14ê Gulanê de Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu ji wî bajarî rêjeya herî zêde ya dengan bidest xistibû.

Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya HBSê encamên rapirsiya xwe ya derbarê gera dûyem a hilbijartina serokkomar de ku li Enqerê kiriye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirin. Ew rapirsî di navbera 16-18ê Gulana 2023an de ligel 3 hezar û 500 niştecihiyên Enqerê hatiye kirin.

Li gor rapirsiyê berbijêrê Hevpeymaniya Cumhbur Recep Tayîp Erdogan di gera dûyem a hilbijartinan de ji sedî 50.6ê dengên Enqerê bidest dixe. Li beramber Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 49.4ê dengan bidest dixe.

Ev di demekê de ye Kemal Kiliçdaroglu di hilbijartina serokkomariyê ya 14ê Gulanê de bi rêjeya ji sedî 47.32ê dengan  li Enqerê bûbû yekem. Recep Tayîp Erdogan jî di wê hilbijartinê de li hember Kiliçdaroglu ji sedî 46ê dengan bidest xistibûn.

Hilbijartina Serokkomar di 14ê Gulanê de yekalî nebû û hilbijartin bo gera dûyem ma ku biryar e 28ê Gulanê bê kirin. Li gor amarên fermî yên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê berbijêrê Hevpeymaniya Cumhbur Erdogan bi giştî ji sedî 49.5 û  Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kiliçdaroglu ji sedî 44.88ê dengan bo postê serokkomariyê bidest xistibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst