Tuneleke berfê hate xwarê; geştiyarekî canê xwe ji dest da

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan Loristan Geştiyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyva Sor a bajarê Ezna yê Loristanê ragihand, ji 7 geştyarên ku di bin berfê de mabûn kesekî 44 salî canê xwe ji dest daye.

Berpirsê Heyva Sor a bajarê Eznayê Elî Riza Silêmanî destnîşan kir, roja Înê 19ê Gulana 2023an li deverên çiyayî yên Eznayê tuneleke berfê bi ser 7 geştyaran de hatiye xwarê û di encamê de yekî ji wan canê xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku ew geştiyar xebatkarên rêya hesinî ya bajarê Qûmê bûne û 2 kesên ku rewşa wan giran bûye jî rakirine nexweşxaneyê.

Tunela Berfê ya eznayê ji 800 metreyan zêdetir dirêj e û 2,5 û bi qasî 3 metreyan bilind e. Tunela berfê li çiyayên bilind ên Eştran Kêw e û bi salan e neheliyaye.

Tunelên berfê yên Eştran Kêwê cihê geştiyariyê ne, xelk di demsala bihar, havîn û serê payîzê de serdana wan dikin û zivistanê jî ji bo çiyageriyê diçin wê deverê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst