Gula Kesk tenê li Xelfetiyê şîn dibe

20-05-2022
RÛDAW
Gula Kesk tenê li Xelfetiyê şîn dibe
Gula Kesk tenê li Xelfetiyê şîn dibe
Nîşan Gula Kesk Riha Xelfetî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hatina biharê û meha Gulanê re êdî gul dibişkivin û xemla xwe didin derdora xwe, gelek cûreyên gulan bi rengên cûda hene lê ya herî balkêş gula kesk e û tenê li navçeya Xelfetî ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê şîn dibe.

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku wek warê Gula Reş tê naskirin, corek din yên gulan bal dikşîne ku rengê wê kesk e û ew jî tenê li vê herêmê şîn dibe.

Mamosteyê Beşa Nebatên Baxçeyan li Zanîngeha Harranê Ali Ikinci got, "Gula Kesk bi qasî gilokeke nêzîka 5 santîmetre ye. Dema biçûk e serê wê tûjik e. Ti caran pelên wê naweşin. Di axa bi qûm û li ber tavê şîn dibe. Berhemeke resen ya vê axê ye."

Gula Kesk wek gulên din bêhna wê nîne û endezyarê çandiniyê destnîşan kir ku nêzîkî 4 salan e ew vê cûrêyê diparêzin û ji bo zêdekirina wê di gulxanê de diçînin.

Endezyarê Çandiniyê Sabri Tutuş anî ziman, "Berê xelkê zêdetir Gula Reş nas dikir lê di dema dawî  de Gula Kesk jî bala hemû kesî dikşîne. Gula Kesk ne wek berhemên din in. Tenê biharê di mehên Nîsan û Gulanê de gul dide."

Navçeya Xelfetiyê ku bi corên nebatên cûda bi navûdeng e, berî 9 salan ji aliyê Komîteya Koordînasyona Navdewletî ya Cittaslowê li tora "Bajarê Aram" hat zêdekirin û bi malên kevir ên dîrokî û xweşikbûna xwezaya xwe weke bihuşta veşartî ya herêmê tê binavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst