Hêzên Tirkiyê gundên Til Temir û Zirganê topbaran kirin

20-05-2022
RÛDAW
Nîşan Til Temir Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê gundên Derdare, el-Qebir el-Sexîr, Qubûr el-Qeracine û el-Şêx Elî di navbera herdû bajarokên Til Temir û Zirganê li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, şeva 19ê Gulanê hêzên Tirkiyê gundên Derdare, el-Qebir el-Sexîr, Qubûr el-Qeracine û el-Şêx Elî di navbera bajarokên Til Temir û Zirganê li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

17ê Gulanê jî, grûpên ser bi Tirkiyê gundê el-Rebîat li navçeya Zirganê li bakurê rojavayê Heseke ku hêzên hikûmeta Sûriyê lê dimînin kiribûn armanc.

Her wiha 21 Nîsanê de jî li gundê Til Dimşîc ê ser bi bajarokê Til Temir li bakurê rojavayê Hesekê, droneke Tirkiyê xaleke HSDê kiribû armanc û di encama wê êrîşê de 3 şervan birîndar bibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Komeleya Karsaz û Sanayikarên Başûrrojhilat li Amedê daxuyanî da / Wêne: Rûdaw

Karsazên Kurd piştgiriya xwe ji bo pêvajoya nû ragihand

Şahîsmaîl Bedîrhanoglu diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin