Li Rihayê meş û çalakî hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, hemû cure meş, civîn û çalakî bo 2 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Rihayê ragihand, di çarçoveya Xala 19. a Yasaya Meşên Xwepêşandan û Civîna a Hejmar 2911an de li tevahiya sînorên parêzgehê hemû cûre meş, civîn û çalakî bo 2 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Rihayê got: “Hemû cûre çalakiyên wek civîn, meş, daxuyaniya medyayê, greva birçîbûnê, çalakiya rûniştinê, mîtîng, vedana kon, belavkirina belavokan, afîş daleqandin û hatina wan kesan û otombîlên ku bi armanca çalakiyan tên bajarê me ji demjimêr 23:59ê 19ê Gulanê ve bo 2 rojan hatiye qedexekirin.”

Herwiha, çalakiyên wek lîstik, nûnerî û çalakiyên bi vî awayî û çalakiyên bazirganî dê serbest bin.