Li Xurmatûyê êrîşî Heşda Şeibî hate kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê navçeya Xurmatû ya ser bi parêzgeha Selahedînê ragihand, şeva borî 2 mûşek ji aliyê bakurê navçeyê ve hatin avêtin, yek ji mûşekan di navbera du baregehên Heşda Şeibî de ketine xwarê û cihê yê din jî nayê zanîn.

Qaymeqamê navçeya Xurmatuyê Husên Zeyn El-Ebdîn ji Rûdawê re ragihand, duh bi şev ji herêmên Besmetlî û Çardaxlî yên li bakurê navçeyê 2 mûşek hatin avêtin û platforma mûşekan hatiye dîtin.

Husên Zeyn El-Ebdîn got, "Yek ji wan mûşekan di navbera baregehên leşkerî yên Seraya Selamî yên ser bi Tevgera Sedr û Şehîd Husên ya girêdayî Heşda Şeibî de ketine xwarê, ziyanên canî çênebûne lê mûşeka duyem nayê zanîn li ku ketiye. Dibe ku mûşek tenê peyam bin."

Husên Zeyn el-Abdîn destnîşan kir dibe ku mûşek tenê peyam bin, bêyî ku hûrgulî li ser peyamê bide.