Li Meletiyê dîwar hilweşiya: Zarokek mir û yek jî birîndar bû

20-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Battalgazi ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê dîwarê xaniyekî rûxiya û di encam de zarokekî 11 salî ku ji Sûriyê bû canê xwe ji dest da û zarokê 10 salî jî birîndar bû.

Li gor agahiyan, li Taxa Firat a ser bi navçeya Battalgazî dîwarê avahiyekê ku vala bû û nedihat bikaranîn hilweşiyaye û du zarokên koçberên Sûriyê di bin dîwar de mane.

Hat zanîn, di encama bûyerê de zarokê bi navê Mihemed Şêxo yê 11 salî canê xwe ji dest daye û zarokê bi heman navî yê 10 salî jî ku pismamê zarokê din e, birîndar bûye.

Zarokê birîndar bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin û dermankirina wî berdewam e.

Derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst