Li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê 2 genc hatin birîndarkirin

20-05-2021
RÛDAW
Herdu genc ji aliyê hêzên ewlehî yên Tirkiyê ve, bi hinceta ku ew qaçaxçî ne, hatine birîndarkirin
Herdu genc ji aliyê hêzên ewlehî yên Tirkiyê ve, bi hinceta ku ew qaçaxçî ne, hatine birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Leşkerên artêşa Tirkiyê li ser sînorê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de teqe li du gencên Kurd kirin û ew birîndar kirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê bi dest xistine li navçeya Rubarok a Colemêrgê li devera Çemekûrkê ya ser bi gundê Mawanê ve, du genc hatin birîndarkirin.

Welatiyê bi navê Erselan Şendul ku mamê yek ji birîndaran e, ji Rûdawê re ragihand ku roja Pêncşemê 18ê Gulana 2021ê seat dedora 7:00ê li nêzîkî Gundê Bermîze ser bi navçeya Mergesor a Hewlêrê ku hevsînor e ligel navçeya Rubarok a Colemêrga Bakurê Kurdistanê, ew bûyer rû daye.

Erselen Şendul da zanîn ku Şehab biraziyê wî ye û ew şivan bûye û ligel Celîl Ekincî di dema li pezê xwe yê winda digeran, teqe li wan hate kirin û birîndar bûne.

Şendul herwiha da zanîn ku her du birîndar bo nexweşxaneyeke Herêma Kurdistanê hatine veguhestin. Şahab ê ku birîna wî sivik bû ji nexweşxanê derketiye lê Celal Ekincî yê 17 salî ku ji zikê xwe birîndar bû, dermankirina wê berdewam e.

Ji aliyê din ve Serokê Baroya Amedê Nihat Eren li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku Celil Ekincî yê 17 salî û Şahap Şendul ê 21ê, salî ji aliyê hêzên ewlehî yên Tirkiyê ve, bi hinceta ku ew qaçaxçî ne, bêyî ku bêne hişyarkirin hatine birîndarkirin.

Parêzer Nihat Eren dibêje: “Li navçeya Rubarok a Colemêrgê li devera Çemekûrkê ya ser bi gundê Mawanê ve, welatiyên bi navê Celil Ekincî (17) û Şahap Şendul (21) ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi hinceta ku qaçaxçî ne û bêyî ku bêne hişyarîkirin hatin birîndarkirin.”

Nihat Eren herwiha diyar dike ku li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê di du salên dawî de sêyemîn care mafê  mirovî tê binpêkirin û got: “Weke di vê mînakê de tê dîtin, ku zarok piranî zarok dibi qurbaniyên bûyeran, dema ku dor tê ser Kurdan, ti girîngiya mafên mirovan namîne. Em dê bûyerê bişopînin û raya giştî agahdar bikin.”

Vîdyoya ku dema bûyerê hatiye girtin li medyaya civakî hatiye belav kirin. Di dîmenan de tê xuyakirin ku her du welatî birîndar li erdê ne û bo biçin nexweşxaneyê alîkariyl ji leşkeran dixwazin. Lê tê dîtin ku leşker li ser wan sekîniye û tu midaxeleyê bo birîndara nakin. Xizmên kesên birîndar ji leşkeran re dibêjin destûr bidin em bi otombîla xwe bibin nexweşxaneyê.

Li gor agahiyan berî niha jî di berfanbara 2020an de li heman herêmê kesekî ku birîndar bûbû Reşat Ekîncî birayê Celal Ekîncî ye.

Herwiha parlamenterê berê yê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu jî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê bûyerê de nivîsandiye: “Dîsa bi hinceta ‘qaçaxçîtiyê’ zarokên Kurd ji pişta xwe gulebaran kirin, wekî ku li Roboskî bombe bi ser wan de barandin. Baş e, we li hemberî kesên ku bi kestiyan bi tonan heşîş (kokaîn) anîne çi kir?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst