Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Nûnera Taybet a NY civiyan

20-05-2021
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Herêma Kurdistanê Netewên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro li gel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê civiya û di civînê de herdu aliyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya Destûra Iraqê de kirin.

Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihandiye, îro 20ê Gulana 2021an Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê  Jeanine Hennis-Plasschaert serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiriye û herdu alî bi hev re civiyane.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de rewşa Iraqê bi giştî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan teqezî li çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha Destûrê kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Mesrûr Barzanî û Jeanine Hennis-Plasschaert di vê hevdîtinê de rola erênî ya NYê di çareserkirina pirsgirêkan û helbijartinên pêş ên Iraqê de û herwiha tekoşîna li hember metirsiyên DAIŞê jî gotûbêj kirine.

Roja Çarşemê 19ê Gulanê jî, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê di konferansa Herêma Kurdistana Iraqê: Yekrêzî û Destûr de gotarek pêşkêş kir û têde behsa giringiya yekrêziyê bo Herêma Kurdistanê kiribû û yekrêziya di navbera aliyên Kurdî de weke mifteya li ber destê aliyan jibo derbasbûna ji metirsiyan bi nav kir.

Plasschaert amaje bi pirolî, pirzimanî û cudahiyên li Herêma Kurdistanê kir û ew rewş weke çavkaniya bihêzî û vejîna berçav a Herêma Kurdistanê bi nav kir û got: “Kurdistaneke bihêz wateya vê xwedî şiyanbûna wê ye ku bikare bi awayê herî baş berjewendiyên xwe biparêze, berovajî wê, jihevcudabûn dibe sedema lawaziyê.”

Berpirsa UNAMI rexne li dabeşbûna Herêma Kurdistanê bi ser navçeyên cuda de girt û diyar kir, “nabe êdî Herêma Kurdistanê bi ser 2 navçeyên Zer û Kesk yan her rengekî din de dabeş bibe, niha demeke baş e bo aştî û yekgirtinê bi mebesta bidestxistina aramiya siyasî.”

Jeanine Hennis Plasschaert di gotara xwe de derbarê berdewamî û mana statuya Herêma Kurdistanê de jî hişyarî da aliyên siyasî yên Kurd û got: “Wisa hizir nekin ku ev otonomî dê heta hetayê bimîne. Her ji ber wê yekê yekrêzî garantiya mana vê statuyê ye.”

Di berdewamiya gotara xwe de, Plasschaert da xuyakirin ku “niha bijardeyek li ber destê Herêma Kurdistanê heye; yekgirtin an şikesta di yekrêziyê de, û bi vê yekê jî tevahiya destkeftan bixe metirsiyê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst