Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Tendirustiyê 11 haletên pêketina bi vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê ragihandin.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li Hewlêrê 8 haletên din ên tûşbûna bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin ku hemû kesûkarên tûşbûyekî din in li komelgeha Şaweys.
Berî niha jî 8 pêketiyên din ên bi vîrusa koronayê hatibûn tomarkirin ku îro bi giştî kesên li Hewlêrê bi koronayê ketine gihişt 16 kesan.
Herwiha Wezareta Tendirustiyê aşkere kir ku li parêzgeha Silêmaniyê jî 3 haletên pêketina bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin.
Li gel dawîn haletan, heta niha 442 kes li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 383 kes baş bûne û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse