Li Mûşê 15 hezar cotkar mexdûr bûne

20-05-2019
RÛDAW
Nîşan Mûş Cotkar Zerar Zevî Baran Berf Hakim Yildirim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Jûra Çandiniya Mûşê Hakim Yildirim ragihand ku li bajêr ji ber ku germahî dereng hat û gelek baran barî, 15 hezar cotkar mexdûr bûn.


Serokê Jûra Çandiniya Mûşê Hakim Yildirim diyar kir ku ji ber sedemên nerênî cotkaran zeviyên xwe mehekî dereng ajotin û lewma jî li gorî sala çûyî silq 30 roj, garis û berhemên din jî 25 roj dereng hatin reşandin.

 


Yildirim destnîşan kir, ji ber ku beref dereng ji erdê rabû û gelek baran barî, cotkar neçûn serê zeviyên xwe û wiha pê de çû: "Ji ber van sedemên nerênî cotkarên me hem di warê bîterkirina alif ji bo ajelan û hem jî di warê ajotina zeviyan de gelekî zehmetî kişandin û bi derengî ketin. Li parêzgeha me ligel ku nîvê meha gulanê derbas bû, lêbelê hêj 15 hezar cotkar ajotin û reşadina zeviyan didomînin. Bi taybetî jî di danîna silqan de pirsgirêk derket."

 


Xelkê gundê Kiyik ê li ser navendê Mehmet Gergin jî diyar kir ku wan zeviyên xwe dereng danîn û lewma jî ew di ber û berhemdariya zeviyan de fikara wan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst