Liv û tevgera DAIŞê li navçeyên madeya 140 zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Di dema hefteyekê de bi sedan donim zeviyên Kurdan li navçeyên Mexmûr, Xaneqîn, Dûbiz, Daqûq û çend cîhên din ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine şewitandin.

 

Çekdarên DAIŞê sûdê ji nebûna ewlekariyeke têkûz a li navçeyên heremên Kurdistanê yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê werdigrin  û  liv û tevgera xwe zêdetir kirine û daxwaza bac û seraneyê ji cotkarên Kurd dikin.

 

Wezareta Pêşmerge jî daxwaziyekî lezgîn ji Bexdayê kiriye da ku navendekî hevahengiyê di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de bê pêkanîn û li dijî DAIŞê dest bi operasyonên hevbeş bê kirin.

 

Ev heyama çend roj in ku çalakiyên çekdarên DAIŞê li çend navçeyên Kerkûk, Diyale, û Neynewa, zêde bûne, berpirsayetiya xwe li ser şewitandina zeviyên cotyarên Xaniqîn jî ragihandiye.

 

Çekdarên DAIŞê li sînorê Mexmûr û çiyayê Qereçoxê daxwaza zekatê ji xelkê dikin.

 

Roja yekşema derbasbûyî, çend çekdar agir bi zadên sînorê Sergeran li gundên Şeşil, û Sêbîran xistine, ew jî ji ber ku xelkên wan navçeyan dana zekatê red kirbûn.

 

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, bi rêya daxwaznameyekê de , daxwaz ji Wezareta Berevanî ya Iraqê kirye ku operasyonek hevbeş li dijî DAIŞê were encamdan.

 

Bi gotina fermandarên serbazî, çekdarên DAIŞê sûdê ji valahiya ewlekarî li wan navçeyan ku di navbera hêzên Iraqî, û Hêzên Pêşmergeyan de heye werdigrin.

 

Piştî buyerên 16ê Cotmehê û vekêşana Hêzên Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê, artêşa Iraqî nikarîbû wê valahiya ewlekarî pêk bîne.