Encûmena Şiyê encûmen û muxtarên gundan hildibijêre

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Xwecihî ya devera Şiyê ya Efrînê serpereştiya hilbijartina encûmen û muxtarên gundên deverê dike.

 

Encûmena Xwecihî ya Şiyê, ku ji aliyê Tirkiyê û opozisyona Sûriyê ve hatiye damezrandin, li ser gundên girêdayî deverê digere û encûmen û muxtarên wan gundan hildibijêre.

 

Endamekî Encûmena Xwecihî ya Şiyê ku nexwest navê wî were aşkerekirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku encûmena wan serdana gundên Tirmûşa, Şiketa, Anqelê û Senarê kiriye û serpereştiya hilbijartinên encûmen û muxtarên wan gundan kiriye.

 

Li gorî heman çavkaniyê, Encûmena Xwecihiya Şiyê dê gera xwe li ser tevahiya gundên girêdayî devera Şiyê bidomîne û encûmen û muxtarên wan hilbijêre.

 

Wî endamê Encûmena Xwecihî ya Şiyê ji Rûdawê re diyar kir, ku armanca hilbijartina encûmen û muxtarên gundan birêkxistina karûbarên wan gundan e.


Piraniya rêberê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê tevî navenda bajarê Efrînê di roja 18ê Adara îsal de ji aliyê hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ve hate kontrolkirin.

 

Herêma Efrînê pêştir di kontrola hêzên Kurdî û bi taybet YPG û HSDê de bû û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê karê rêvebirina wê herêmê dikir, ku ji sala 2013an ve ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê ve hatibû avakirin.