Geştiyarî li Amedê zêde bûye

20-05-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê, piştî du salan liv û tevgereke mezin ketiye nav bajêr, nexasim dawiya hefteyê, nav taxa Sûrê bi hat û çûyina geştyaran dibe cihê izdihamê.


Piştî şer û pevçûn û aloziyên sala borî yên nav taxa Sûra Amedê, îsal liv û tevgereke berbiçev hatiye nav bajarê Amedê, di vê 2 rojên dawî de bi hatina geştyaran otêlên nav bajêr tije bûn. Herwiha Li gor raporeke Komeleya Nasandina Çand û Geştyariya Amedê îsal dane û amarên geştyariyê, li gor sala borî  hatina geştyaran 135 ji sedî zêde bûye.


Rayederên geştyariyê dibêjin ku li gor sala borî geştyariya Amedê hêviyeke mezin dide wan.


Serokê Komeleya Nasandina Çand û Geştyariya Amedê Edîp Paçal ji Rûdawê re wiha got: “Ev 2 roj in ku di otêlên Amedê de ji bo geştyaran cîh nema ye. Li ser navê bajarê Amedê ev tablo me gelek bextewar dike, bi rastî me hizir nedikir ku di maweyeke wiha kurt de ev tevger bikeve nav bajarê me.”


Li şûnwarên dîrokî û nav bazara Amedê bêhtir geştyarên Kurd digerin; lê yên ku ji tevahiya bajarên Tirkiyê jî hatine ne kêm in.


Dîdem û Dîlek du rayedarên şirketên geştyariyê ne ku ji Stenbolê hatine Amedê çavdêriyê dikin, ew dibêjin xof û metirsî hîn li ser geştyaran heye; lê em hatin me vê yekê dît ku tu pirsgirêk ji bo ger û geştê nemaye. 


Rayedara Kompanyaya Geştyariyê Dîlek Suslu jî got: “Piştî ku ez ji Amedê vegerim Stenbolê ez dê malbata xwe xismên xwe û geştyarên ku endamê şerîketa me ne kom bikim û wan bi tevahî bînim bo serdana Amedê.”


“Rayedara Kompanyaya Geştyariyê Dîdem Karsandi jî anî ziman: “ Ev cara ewil e ku ez hatim Amedê. Bi rastî bajareka zor medeni ye, her wisa çand û dîroka xwe parasti ye. Em dê yek bi yek li şûnwarên wê bigerin û ev yek cihê bextewariyê ye ji bo me.”


Geştyarên ku di vê werzê de hatine serdana bajarê Amedê xwe bêhtir li şûnwarên dîrokî yên taxa Sûrê digirin, Xana Hesen Paşa jî yek ji wan cihên gerê ye ku carna dibe cihê izdihamê.  Firoşkarên Xana Hesen Paşa jî dibêjin ku liv û tevger zêde ye; lê dahateke ku birîna me cebar   bike nîne.


Li gor rapora Komeleya Nasandina Çand û Geştyariya Amedê ya dawî, îsal di nîvê meha Gulanê de li gor sala par geştyarî ji sedî 135 zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst