ENKS girtina Neşet Zaza protesto dike

20-05-2017
RÛDAW
Nîşan ENKS PDKS Neşet Zaza PYD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) girtina endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriya (PDK-S) Neşet Zaza protesto dike.

 

ENKS derbarê girtina endamê polîtbîroya PDK-Sê de daxuyaniyeke da û tê ragihandiye: “Komekê çekdar, ser bi PYD, roja Pêncşemê 18ê Gulana 2017an girte ser mala endamê polîtbîroya PDK-Sê Neşet Zaza piştî dorpêçkirina mala wî ji hemû aliyan ve, ew girtin û birin cihekî nediyar.”

 

ENKS, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) weke berpirs di ber girtina Zaza de dibîne û daxwaza diyarkirina çarenivîsa wî dike.

 

Di daxuyaniya xwe de ENKS wan karan şermezar dike û daxwaza serbestberdana hemû girtiyên li cem PYDê dike.

 

Ji aliyê xwe ve, derbarê vê babetê de, ti daxuyanî ji aliyê PYD ve nehatine ragihandin.

 

Berî çend rojan li bajarê Rimêlan jî, medyakarê kurd Berzan Hisên hatibû girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst