Cenazeyê Serokê Giştî yê Goranê hat veşartin

20-05-2017
RÛDAW
Silêmanî
Silêmanî
Nîşan Goran Newşîrwan Mistefa Girê Zergete
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) - Îro di merasîmeke girsey de termê, Serokê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa li girdê Zergete li Sillêmaniyê hat veşartin.

 

Demjimêr 7.30 sibeha îro, termê Serokê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa piştî şuştin û nimêjê ji mizgefta Mezin a Silmêniyê ber bi girdê Zergete ve hat birêkirin.

 

Termê Newşîrwan Mistefa şevê din li nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê bû.

 

Di merasîmên bixaksipartinê de, peyama her aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê tên xwendin.


Ji ber koça dawî ya Newşîrwan Mistefa, li bajarê Silêmaniyê 2 roj şînî hatiye ragihandin û alaya Kurdistanê li ser fermangehên hikumî heya nêvî anîne xwarê.

 

Yekem roja taziya Serokê Giştî yê Tevgera Goranê li bajarê Silêmaniyê li mizgefta Ehmedî Hacî Elî dibe, roja duyem jî berpirsên Goranê û endamên binemala wî têne Hewlêrê û li mizgefta Sewaf taziyê datînin lê wê di heman demê de li Silêmaniyê jî berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst