Pêncemîn pêşangeha pirtûkan a Amedê hat vekirin

20-05-2014
Mahîr Yûksel
Amed-Pêşangeh
Amed-Pêşangeh
A+ A-

 

Amed (Rûdaw) - Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bi beşdarbûna rêveberên bajêr û sazî û dezgehên sivîl li Navenda Pêşangeh û Kongreyan a Amed'ê bi merasîmekê hate vekirin. Nêrîna giştî ya Sazî, dezgeh û kesayetên tevlî pêşangehê bûn ew bû ku pêwîste di civakê de her dem xwendin û nivîsandin li pêş be û hêmû pirsgirêk bi rêya pênûs û ramanê werin ziman. 


Pêşangeha Pirtûkan a pêncemîn ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê li dar xistin li Bakûrê Kurdistanê li Amedê destpêkir. Di pêşangehê de pêkane ku xwendevan ji her mijarê pirtûkan bi dest bixin û sûdê werbigrin. Ji ber ku bajar Amed bû xwendin û nivîsandina bi kurdî jî derket pêş û li ser birînên zimanê kurdî hate sekinandin.

Organîzatorên pêşangehê ji ber hestiyariya pêşangehê spasiya rêveberên bajêr kirin. Rêveberên bajêr jî ji bo xebatên bi vî rengî piştgiriya xwe anîn ziman û daxwaz kirin ku xebatên çandî û hunerî geş bibin.


Weşanxaneyên ku beşdarê pêşangehê bûn jî di wê baweriyê de ne ku pêşangeh bandoreke baş li ser civakê dike.


Dirûşmeya pêşangehê ya îsal "Rêwîtiya Ber bi Erdnîgariya Nivîsê ya Qedîm ve" ye. Pêşangeh dê heta 25'ê Gulanê bidome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst