PWK: Serdozgeriya Amedê alayên Kurdistanê vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku bi biryara dadgehê alayên Kurdistanê yên PAK, PSK û Herekata Azadiyê li wan hatin vegerandin.

Beriya du salan polîsên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li Amedê bi ser avahiyên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Herekata Azadiyê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku niha bûye PWK de girtibû.

PWKyê ragihand ku di vê operasyonê de herçiqas, rêvebirên partiya wan ji bo ku polîs dest daneynin ser alayên Kurdistanê gelekî li ber xwe dan lê polîsan bi awayekî bê qanûnî dest danîbû ser alayên Kurdistanê û hemû dokumentên li avahiya partiyê.

Polîsan heman rojê dest danibû ser alayên Kurdistanê yên li avahiyên PSK û Herekata Azadiyê jî.

Piştî wê operasyonê rêvebirên PAK, PSK û Herekata Azadiyê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê îfade dabûn.

Li gorî daxuyaniya PWKyê, rêvebirên partiya wan, li serdozgeriyê îtirazî destdanîna ser alayên Kurdistanê kir.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê doh diyar kir ku “pêwîstî bi dozê nîne” û biryara “neşopandinê” da û hemû alayên Kurdistanê li partiyên navborî vegerandin.

“Hat pesendkirin ku Alaya Kurdistanê ne qedexe ye”

Derbarê vê biryarê de PWKyê got:

“Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya li me vegerandina alayên Kurdistanê, bi awayekî fermî hatiye pesendkirin ku Alaya Kurdistanê ne qedexe ye.

Bê guman, herçiqas, Dewleta Tirkiyeyê, gelek caran biryarên xwe tune hesibandibin jî, qanûnên xwe bin pê kiribin jî bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê derfeteke girîng e.”