Li Şaredariya Sûrê mufetîş hat erkdarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ji bo lêkolîna îdiayên “heqaret li wêneyên Ataturk û Recep Tayyîp Erdogan hatiye kirin” li Şaredariya Sûrê ya Amedê mufetîş hatiye erkdarkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser erkdarkirina mufetîş a ji bo Şaredariya Sûrê daxuyaniyek belav kir.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di daxuyaniya xwe de got:

“Piştî merasîma mazbatayê ya Şaredariya Sûrê ya Amedê, derbarê gotinên heqaretê yên rêveberên DEM Partiyê yên li ser wêneyên damezrînerê Komara me Gazî Mustafa Kemal Ataturk û Serokkomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan ên li odeya meqamê, Mufetîşê Sivîl hat erkdarkirin.”

Li şaredariyên Mêrdîn û Amedê mufetîş hatin erkdarkirin

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser îdiayên “nexwendina Sirûda Neteweyî” û “rakirina Alaya Tirkiyeyê” di vekirina encûmenên şaredariyên Mêrdîn û Amedê de daxuyaniyek belav kir.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di daxuyaniya xwe de da zanîn:

“Li ser îdiaya ku di dema civîna Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de “Sirûda Neteweyî” nehatiye xwendin û di dema civîna Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de jî “Alaya Tirkiyeyê hatiye rakirin” mufetîşên me hatin erkdarkirin.”

DEM Partî: Hewldanên pûç

Berdevka DEM Partiyê Aşyegul Doganê ji ber erkdarkirina mûfetişan bertek da Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê û wiha got:

“Tevî daxuyaniyên Hevşaredarên me yên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amedê û Mêrdînê em dizanin yên ku dixwazin ji van îdiayên nerast bawer bikin hene.

Em pêşniyar dikin ku hûn çavkaniyên gel ji bo hewldanên pûç xerc nekin.

Heman çavkanî/derfetan seferber bikin ji bo gendeliyên qeyûmê û denyên ku li pey xwe hiştine lêkolîn bikin.”