Serhat Eren: Tayînkirina mufetîşan ne hiqûqî ye

20-04-2024
RÛDAW
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren
Nîşan Serhat Eren DEM Partî Şaredariya Sûrê Mufetîş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê diyar kir ku tayînkirina mufetîşan bi ser şaredariyan de ne hiqûqî ye.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ji bo lêkolîna îdiayên “nexwendina Sirûda Neteweyî rakirina alaya Tirkiyeyê ya ji Encûmena Şaredariyê û bêrêziya li wêneyên Ataturk û Recep Tayyîp Erdogan” bi ser Şaredariya Sûrê ya Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de mufetîş erkdar kirin.

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren li ser erkdarkirina mufetîşan ji nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî re axivî.

Serhat Eren amaje bi rêjeya dengên DEM Partiyê yên hilbijartinên 31ê Adarê kir û got:

“Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de partiya me bi ser ket.

Me gelek şaredariyên bajarên mezin bi dest xistin û xelkê me qeyûm şandin.

Serkeftina me nehat hesabê wan. Li dû lîstikan digerin. Ev lîstik ne rast in.

Hevserokên me yên şaredariyan jî anî ziman û peyam jî belavkirin ku ew îdia ne rast in û ti bêrêzî li alayê nehatiye kirin. Ti pirsgirêkeke wisa rû nedaye.

Ne pirsgirêka hevserokên me yên şaredariyan ne jî partiya me, pirsgirêka kesî ji me bi ala û sembolan re ti carî çênebûye. Ev ne mijara me ye. Mijara me xizmeta gelê me ye.”

“Bila mufetîş ji bo dizî û talanê werin erkdarkirin”

Serhat Eren herwiha da zanîn ku erkdarkirina mufetîşan ne hiqûqî ye û wiha berdewam kir:

“Wezaretê mufetîş erkdar kiriye. Ez vê rast nabînim û ev ne hiqûqî ye. Wekî ku ew dibêjin ti bûyerên wisa çênebûne û pêwîst nake mufetîş werin erkdarkirin.

Ew tiştên ku dibêjin ne rast in. Em dibêjin, bila mufetîş ji bo diziyê ji bo talanê werin erkdarkirin.

Bila lêkolînê bikin bê ka beriya 31ê Adarê çi hatiye kirin.

Em bi xwe dixwazin bila ne mufetişekî bi hezaran mufetîşan tayîn bikin û bila derxin bê ka di şaredariyên Kurdistanê de çi talan û dizî hatiye kirin derxin hole.”

Parlamenter Eren li ser îhtimala tayînkirina qeyûman jî got:

“Careka din tayînkirina qeyûman ne mumkun e. Ev ne yasayî û hiqûqî ye. Ne li gorî yasaya navneteweyî ye.

Ti sedema tayînkirina qeyûman nîne lê belê ew dixwazin sedem û hincetan çêbikin.

Ne mimkun e ku ew berê mufetîşan tayîn bikin û piştre jî qeyûman tayîn bikin.”

Di berdewamiyê de Eren da zanîn ku mufetîşan li şaredariyan dest bi lêkolînê kiriye û dê li gorî raporên wan gav werin avêtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst