Prof. Dr. Nacî Gorur sedema erdheja Xarpêtê eşkere kir

20-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyê Beşa Endezyariya Jeolojiyê ya Fakulteya Madenê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Prof. Dr. Naci Gorur derbarê erdheja Xarpêtê yê îro de ragihand ku dibe beşek hêla ji erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê be. Gorur dibêje metirsiya wê nîne.

Li navçeya Xoxê ser bi parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, îro erdhejek bi hêza 4.6 pile çêbû.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku ew ew erdhej 01:44 li navçeya Xoxê bi pileya 4.6 û di kûrahiya 11 kîlometreyan de çêbûye.

Parêzgariya Xarpêtê jî da zanîn ku piştî erdhejê ti zererek nehatiye tomarkirin.

Profesorê Jeolojiyê Naci Görür ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê erdhejê de daxuyanî da, dibêje: “Li Xarpê-Xoxê hêza 4,5 pile erdhejek pêk hat. Dibe ku ev erdhej beşek ji DAFê be ku di erdheja Xarpêtê de ji ber erdhejên vê dawiyê yên Mereşê nehat şikandin. Cejna we pîroz be ne hewce ye ku mirov bitirse.”

Li Bakurê Kurdistanê, piştî erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê erdhejên paşekî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst