Pirsgirêka mûçeya 'Xanenişînên Leşkerî' li Herêma Kurdistanê çareser bû

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku îro ji ber hin sedeman dabeşkirina mûçeya xanenişînên leşkerî hate rawestandin, pirsgirêk çareser bû û dabeşkirina mûçeyan careke din destpê kir.

Rêveberê Medya û Peywendiyên Wezareta Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Huner Cemal, derbarê pirsgirêkê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ku ji ber hevrikiyên siyasî bandor li ser dabeşkirina mûçeya xanenişînên leşkerî çêbûye, lê Wezîrê Darayiyê ev mijar ji nêzîk ve şopand, ev mijar hate çareserkirin û li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê dabeşkirina mûçeyê destpê kir. 

Huner Cemal da xuyakirin ku Rêveberê Banka Navendî ya Herêmê li Silêmaniyê ji bankên wê parêzgehê re gotiye ku dewamê nekin û mûçeyê dabeş nekin. Bi gotina Huner Cemal, di karvedana vê yekê de Rêveberê Giştî yê Bankên Bazirganî li Hewlêrê dabeşkirina mûçeya xanenişînan bi giştî rawestand. 

Huner Cemal got, wan 127 milyar dînar deyn kirine daku kurtanîna ji ber hinardenekirina petrolê çêbûye çareser bikin û pereyê pêwîst bo mûçeyê dabîn bikin. Wî herwiha diyar kir, pişka silêmaniyê 289 milyar û 500 milyon dînar bûye ku bi çend silfeyan hatiye şandin û ya herî dawiyê jî roja Duşemiyê bûye.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Rêveberê Medya û Peywendiyên Wezareta Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê ragihand, ku meha bihorî 34 milyar dînar zêdetir ji pişka Silêmaniyê bo wî bajarî hatiye şandin. Huner Cemal got ku li bankên Hewlêrê jî pirsgirêka kurtanînê heye lê ji ber ku di bankan de pereyê kaş heye dikarin çareser bikin lê pereyê ku salên 2021 û 2022 di bankên Silêmanî de hebû hatiye bikaranîn û niha çi pereyek di bankan de nemaye.

Huner Cemal da zanîn, ya ku li Silêmaniyê çêbûye û mûçe hatiye rawestandin biryareke yek alî ya Rêveberê Banka Herêmê bûye li Silêmaniyê û li ser ew tişta ku çêbûye dê Wezareta Darayî komîteyeke lêkolînê ava bike û rêkarên yasayî bide meşandin.

Huner Cemal herwiha diyar kir, dibe ku hin xanenişînên Silêmaniyê piştî cejnê mûçeya xwe werbigrin ji ber ku pêwîste %20ê pereyê mûçeyê ji dahata navxwe ya Silêmaniyê be, lê ew pere weke pêwîst nayê komkirin. 

Huner Cemal got ku tevî nemana pereyê berdest li bankên Silêmaniyê ku heta sala 2021ê bi qasî 350 milyar dînaran bû, lê niha tevî ku ew pere nemaye yek tiriliyon dînar li Silêmaniyê kurtanîn heye û kesek li ser vê mijarê hatiye girtin û dê lêkolîn li ser vê dosyeyê bê kirin.

Di beşeke din a xaftina xwe de, Huner Cemal got piştî cejna Remezanê dê şandeke Herêma Kurdistanê bo dabnîkirina mûçe û mafên darayî, serdana Bexdayê bike daku bikarin mûçeya meha Nîsanê dabîn bikin.

Pirsgirêk Çawa Destpê kir?

Roja 20/4/2023 li bajarê Silêmaniyê pirsgirêk bo mûçeya xanenişînên leşkerî derket, Rêveberê Banka Navendî ya Herêmê li Silêmaniyê Makwan Cemîl ferman daye bankên Silêmaniye, Helebce û Germiyan û Raperînê ku dewamê nekin û mûçeyê dabeş nekin. Ji ber ku weke ew dibêje tenê 39 milyar dînar pere li ber destê wan bûye ku têra dabeşkirina mûçeyê nedikir, lê Wezareta Darayî dibêje, ew biryar na destûrî ye û dê lêkolînê li ser bike.

Di karvedanekê de li hember vê biryara li Silêmaniyê hatiye dan, Rêveberê Giştî yê Bankên Bazirganiyê li Herêma Kurdistanê, Sabir Mewlûd daxwaz ji bankên li Hewlêr û Duhokê kir ku dabeşkirina mûçeya xanenişînan rawestînin. 

Sabir Mewlûd Rêveberê Giştî yê Bankên Bazirganiyê li Herêma Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ku Banka Navendî ya Herêmê li Silêmaniyê pabendî biryarên Wezareta Darayî nebûye û biryar daye mûçeya Pêşmergeyên Xanenişîn yên Îlon û Gulanê neyê dabeşkirin. 

Piştî wê yekê Wezareta Darayî û aliyên peywendîdar ketin tevgerê, dabeşkirina mûçeyê destpê kir,

Rêveberê Banka Hemrînê, Mihemed Mela Hesen li Hewlêrê got, wan rezamendî wergirtine ku heta şevê jî kar bikin û mûçeya xanenişînan dabeş bikin û her xanenişînek ku serdana wan bike dikare mûçeya xwe werbigre.

 

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hate ser xet û ragihand, ku nabe debara welatiyan bibe mijara siyasî. 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û got, divê mûçe û debara welatiyan nebe mijara hevrikiyên siyasî.

Mesrûr Barzanî got, “Em di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de xizmeta hevwelatiyên xwe dikin û tevî hemû astengî û fişaran jî berdewam hewl didin jiyan û jiyara hevwelatiyan baştir bikin.”

Mesrûr Barzanî got, di heyamên dijwar ên vîrusa koronayê û givaşa aborî yên navçeyî û cîhanî de me karî berdewam  mûçeyan bidin û rewşa aborî aram bikin.

Mesrûr Barzanî tekez kir, “Divê ti kes û aliyek li ti devera Herêma Kurdistanî proseya dabeşkirina mûçe asteng neke. Divê mûçe û debara gel bi nakokî û pirsgirêkên siyasî re neyê tevlihevkirin. Divê dahata welat ji bo xizmeta hemwelatiyên me be û hemû kesên ku vê pêvajoyê têk didin divê li pêşberî gel û yasayan berpirsyar bin.”

Piştî wan guhertinan, Rêveberê Banka Amed li Duhokê Segvan Seiîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ku li gor biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dabeşkirina mûçeyê li Duhokê jî destpê kiriye.