Li Mêrdînê Kurdên Êzidî Cejna Çarşema Sor pîroz kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mîdyatê ser bi Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê, Kurdên Êzidî  "Cejna Çarşema Sor" ya ku li gor salnameya Rumî çarşema ewil a meha nîsanê pîroz kir.

Kurdên Êzidî di bernameya ku li tesîsên civakî yên li Taxa Guvenê hat lidarxistin de cilên rengîn li xwe kirin û govend girtin, xwarinên xwe yên taybet belav kirin.

Di pîrozbahiya ku çalakiyên cuda hatin kirin de serdana goristanan jî kirin.

Kurda Êzidî Yasemîn Kartal a ku ji bo pîrozkirina cejnê çûye Mîdyatê got ku her sal bi coşeke mezin wê cejnê pîroz dikin.

Yasemîn Kartal diyar kir ku her sal  çarşema duyemîn a nîsanê wê rojê pîroz dikin û got ku ji her derê dinyayê ji bo pîrozkirina wê cejnê mirov diçin wê derê.

Kurdê Êzidî Hamît Çelîk jî diyar kir ku ji bo pîrozkirina cejnê ji Almanyayê hat.