Mesrûr Barzanî ji bo Cejna Remezanê peyamek belav kir

20-04-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Cejna Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, “Hêvîdar im ev cejn bibe cihê xweşî, bextewerî, lihevkirin û pêkvejiyana hemû civakên gelê Kurdistanê û seqamgiriya aştî û aramiyê li cîhanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 20ê Nîsana 2023an ji bo Cejna Remezanê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, “Bi taybetî pîrozbahiyê li Pêşmergeyên qehreman, hêzên asayîşa navxwe û malbatên serbilind ên şehîdan û Enfalkiriyan dikim. Hêvîdar im ku hûn di xweşî, şadî û hewayeke aram de cejna xwe derbas bikin.”

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq îro Pêncşemê ragihand ku roja yekem a Cejna Remezanê dê roja Înê be.

Barzanî di peyama xwe de her wiha anî ziman, “Hêvîdar im ev cejn bibe cihê xweşî, bextewerî, lihevkirin û pêkvejiyana hemû civakên gelê Kurdistanê û seqamgiriya aştî û aramiyê li cîhanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst