Ava wêstgeha Elokê gihişt hinek taxên Hesekê

20-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ava wêstgeha Elok şeva borî gihişte beşek ji taxên bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê.

Çavkaniyên Rêveberiya Avê li Heseke ji medyaya xwecihî re ragihandin ku şeva borî ava wêstgeha Elok gihiştiye taxên Neşwe, Vêlat, Mesakin Şebab û ji bo her taxekê, sê demjimêran av hatiye berdan.

Li gor heman çavkaniyê, tijebûna hewzên navçeya Himê pêwîstî bi berdewamiya hatina avê ji bo dema 24 demjimêran heye.

Gihiştina ava wêstgeha Elok ji bo bajarê Heseke piştî wê yekê tê ku elektirîk ji wêstgeha Dirbêsiyê gihiştiye Elokê.

Li gor çavkaniyên xwecihî ev dema 6 mehan bû ku av negihiştibû wan taxan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst