Hatina cejnê li Rojavayê Kurdistanê nirxê kelûpelan bilind kir

20-04-2023
Hisên Omer
Hatina cejnê li Rojavayê Kurdistanê nirxê kelûpelan bilind kir
Hatina cejnê li Rojavayê Kurdistanê nirxê kelûpelan bilind kir
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Cejna Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hatina Cejna Remezanê bihayê tevahiya pêdawîstiyên cejnê bi rêjeyeke mezin li bazarên Rojavayê Kurdistanê bilind kiriye.

Siyasetmedarê Kurd Şemdîn Nebî, ji nav bazara Qamişlo ji Rûdawê re got, bihayê hin kelûpelan 3 taq zêde bûye. Qesabek jî ji bazara Hesekê ji Rûdawê dibêje îsal ji ber bê derfetiyê gelekî kêm tiştan dikirin.

Bi fermî, Deriyê Sêmalka li pêş hinardekirina ajelan ji Rojavayê Kurdistanê û bakurê Rojhilatê Sûriyê bo başûrê Kurdistanê hatiye girtin.

Biryara Rêveberiya Xweser ji bo dabînkirina pêwîstiya navxwe ya goşt û sînordarkirina nirxê wî bûye. Lê nirxê goşt li bazarên Rojavayê Kurdistanê zêde bûye û kêm nebûye. Li gor hin çavkaniyên xwecihî rêpêdana hinardekirina ajelan ji navçeyên din ên Sûriyê, transît di rêya Sêlmalka re bandora biryara Rêveberiya Xweser kêm kiriye û nahêle ku nirxê goşt li Rojavayê Kurdistanê cîgir bibe.

Goştfiroşek ji nav bazara Hesekê dêbêje bihayê 1 kîlo goşt di ser 50 hezar lîreyên Sûrî re ye.

Goştfiroş Ebû Ehmed anî ziman, “Ez ji 10 salan ve li vir karê goşfiroşiyê dikim. Kîloya goşt zêdetirî 50 hezarî ye. Ez rojê 8-10 kîlo goşt difiroşim. Xelkin hene kîloyekê nakirin. Bi bihayê 4000 û 10000 hezaran dikirin. parsal, me 7- 8 sewal difirotin, îsal rojê ez sewalekê serjê dikim û difiroşim.”

Hatina cejna remezanê, ne tenê bihayê goşt, lê yê tevahiya pêdawîstiyên cejnê bi rêjeyeke mezin bilind kiriye.

Şemdîn Nebî, ji nav bazara Qamişlo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, bihayê hin kelûpelan 3 taq zêde bûye.

Welatî Şemdîn Nebî got, “Ji ber hatina cejnê rojane kelûpel biha dibin. Ambargoya li Sûriyê û herêma me bihabûnê dike û zirarê dide xelkê.”

Li navçeyên Rêveberiya Xweser, mûçeya mehane ya normal a karmendekî derdora 500 hezar Lîreyên Sûrî ye. Li gorî nirxê kelûpelan, mûçeya 3 mehan têra pêdawîstiyên herî seretayî yên Roja cejnê nake.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst