Koçberên kampan di rewşeke dijwar de pêşwaziya Cejna Remezanê dikin

20-04-2023
Helebja Sadon
Koçberên kampan di rewşeke dijwar de pêşwaziya Cejna Remezanê dikin
Koçberên kampan di rewşeke dijwar de pêşwaziya Cejna Remezanê dikin
Nîşan Cejna Remezanê Kampa Kewrgosk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amadekariyên Cejna Remezanê di nava kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê de jî birêve diçe lê ew di rewşeke dijwar de pêşwaziya cejnê dikin.

Şînda Fadil yek ji wan penaberan e ku amadekarî kirine lê bi deyn û alîkariya cîranan. Bi deyn, vê malbatê amadekariyên cejnê kirine. Dayika 3 zarokan e û berî 9 salan hevjînê wê di şerê Sûriyê de li bajarê Hemayê nebedî bûye. Niha jî li Kampa Kewrgosk a li Herêma Kurdistanê dimîne.

Şînda niha berpirsyaretiya 3 zarokên xwe û 2 zarokên sêwî ku li kampê bê kesûkar mabûn hilgirtiye. Amadekariyên cejnê ji bo wan kiriye lê bi deyn û bi alîkariya cîranan.

Penaber Şînda Fadil got, “Nabe ku ev zarok bê cil bimînin, cejn were û xelk rêkûpêk be û ew ji ber bavê wan nîne nabe ku bê cil bimînin. Min cilên cejnê ji wan re kirîn, hinek fitir ji min re hatin, min got a girîng ku zarokan li derî dan vala neçin.”

Bazara cejna Remezanê ye li kampa Kewrgosk a penaberên Rojavayê Kurdistanê. Ji bilî Şînda, bi dehan malbatên din jî amadekariyên cejnê bi deyn kirine. 8 sal in Mam Ferhan şekirên cejnê li kampê difiroşe lê bi gotina wî tu salan wek îsal xelkê bi deyn şekir li cem wî nebiriye.

Dukandar Ferhan Omer anî ziman, “Ew kesên ku dibin ji mirovên xwe yên li Rojava re dişînin.”

Her kampek dukanên cilûbergan jî li xwe digire lê îsal bazara wan sist e.

Cejna xelkê Rojavayê Kurdistanê bêyî kulîçeyan derbas nabe. Divê her malbatek van cure kulîçeyan di roja cejnê de hebe, bi taybet yên xurmeyan. Xelkek li mal amade dike û beşek ji bazaran dikire.

Dukandar Rênas Xelîl got, “Vê salê kêm bûye ji ber ku gelek kes çûne derve, welatan. Hinek vegeriyan Sûriyê. Berê me gelek difirotin.”

Her malbatek li gor xwe amadekariyên xwe dike lê li gor dukandarên vê bazarê, buhayên kelûpelên wan bi berawedrî li gel derveyî kampê erzantir in, lewma xelkek derveyî kampê jî seredana wan dikin û amadekariyên cejnê ji kampê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst