Li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê bûyerên trafîkê: 18 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Amed, Êlih û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê bûyerên trafîkê çêbûn û di encamp de 18 kes birîndar bûne ku rewşa 2 kesan giran e.

Li gor agahiyan roja Pêncşemê 20ê Nîsana 2023an li ser rêya parêzgeha Amedê û navçeya Farqînê minîbûseke veguhestina rêwiyan wergeriyaye û di encam de 9 kes birîndar bûne û rewşa yekî giran e.

Herwiha li navçeya Kercosê ya parêzgeha Êlihê jî du otomobîlan li hev daye û di encam de yek ji wan giran 6 kes birîndar bûne.

Di heman rojê de li navçeya Bongilanê ser bi parêzgeha Çewlîgê jî barhilgir û otomobîlek li hev qelibîne û di encam de 3 kes birîndar bûne.

Li gor zanyariyan li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û polîsan çûne cihê bûyerê û 18 kesên birîndar bo nexweşxaneyên cûda yên parêzgehan hatine veguhestin.

21ê Nîsanê roja Înê roja yekem ya Cejna Remezanê ye hişyarî hatiye dayîn ku welatî di çûnûhatinê de tedbîrên pêwîst werbigrin û rê nedin bûyerên trafîkê.