Nêçîrvan Barzanî: Em cejnê bikin destpêkeke nû ya yekrêzî, pêkvejiyan û bi hev re karkirinê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Remezanê li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û got, “Hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê cejnê bikin destpêkeke nû ya yekrêzî, pêkvejiyan, bi hev re karkirin û pirsgirêk û nakokiyan çareser bikin.”

Li Herêma Kurdistanê sibe Înê roja yekem a Cejna Remezanê ye. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 20ê Nîsana 2023an bi hatina Cejna Remezanê peyamek belav kir û anî ziman, “Bi helkefta hatina Cejna Remezanê, bi germî pîrozbahiyê li Misilmanên li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê û bi taybetî li kesûkar û malbatên serbilindên şehîdan dikim. Hêvîdar im ev cejn cejna xêr, xweşî, aştî û aramiyê be û bi xwe re xweşî û rehetiyê bîne.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de her wiha got, “Werin em hemû li ser asta kesî, digel xwe û derdorên xwe, cejn û wateyên wê bikin derfetek ji bo xwe di berçavan ra derbaskirin, qencî, lihev hatin, lêborîn, gerdenazakirin û her wesa rûpeleke nû ya rêz lihev girtin, hezkirin û aştiyê vekin.”

Nêçîrvan Barzanî her wiha bang li aliyên siyasî jî kir, “Li ser asta siyasî jî, hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistan û Iraqê cejnê bikin destpêkek nû ya yekrêzî, pêkvejiyan, bi hev ra karkirin û pirsgirêk û nakokiyan çareser bikin. Werin em hemû bi hev ra bixebitin ku niha û paşerojeke baştir ji bo gel û welatê xwe dabîn bikin.”