Li Herêma Kurdistanê roja Înê yekem roja Cejna Remezanê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Bilind a Dîtina Heyvê ya ser bi Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand, roja Înê roja yekem a Cejna Remezanê ye.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragihand ku Komîteya Bilind a Dîtina Heyvê li wezaretê civiya û li gor belgeyên Şerî li Silêmaniyê heyv hatiye dîtin lewma biryar hatiye dayîn ku sibe Înê 21ê Nîsana 2023an roja yekem a Cejna Remezanê be.

Piştîwan Sadiq diyar kir piştî rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, “asoyeke geş” li benda Herêma Kurdistanê ye û got, “Ev mînakeke xweş a gelê Kurdistanê ye ku li Rojhilata Navîn deng veda.”

Komîteya Dîtina Heyvê ya Erebistana Siûdî jî ragihand ku sibe Înê dê bibe roja yekem a Cejna Remezanê.

Malezya, Endonezya û Brunei jî roja Şemiyê 22ê Nîsana 2023an wek roja yekem a Cejna Remezanê ragihandin. Awustralya, Tailand, Japon, Filîpîn û hejmarek welatên din jî roja Şemiyê wek yekem roja Cejna Remezanê ragihandin.