Li Bakurê Kurdistanê ba û bahoz: 1 mirî, 34 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê ji ber bahozê kesekê canê xwe ji dest da û 34 kes jî birîndar bûn.

Bahoz îro di demên nîvro de û piştî baraneke bihêz li navçeya Bazarcix a Mereşê çêbûye.

Li gor zanyariyan, bahozê bandor li konên mexdûrên erdhejê kiriye û beşek ji konan firandine.

Herwiha li taxa Memîş Ozdal bahozê banê beşek ji xaniyan firandin.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama bahozê de heta niha kesekê canê  xwe ji dest daye û 34 kes jî birîndar bûne.

Ji ber hêza ba û bahozê beşek ji otomobîlan qulibîne.

Li Amed û Semsûrê jî ba û baran heye û li Amedê lehî çêbûye.