Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê: Divê îdareyek nû li Şingalê bê avakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê bo Karûbarê Êzdiyan, Dr. Xelef Mîrza got, bo vegera Êzidiyan bo Şingalê divê îdareyek nû li Şingalê bê avakirin, qaymeqamekî nû were danîn û aramî û asayîş bo navçeyê bê vegerandin.

Roja Çarşemê 19ê Nîsana 2023an, cejna “Çarşema Sor” bû ku weke sersala Êzdiyan tê naskirin, merasîmên cûda di vê rojê de tên sazkirin. Îsal bo cara yekê, hikûmeta Iraqê ev roj weke bêhnvedana fermî ragihand

Çareşema Sor bo Kurdên Êzidî yek ji cejnên herî pîroz e û serdala wan e. 

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê bo Karûbarê Êzdiyan, Dr. Xelef Mîrza di bersiva nûçegihanê Rûdawê Eyûb Nisrî de got ku îsal û salên bê dê Çarşema Sor weke bêhnvedana fermî bo Êzidiyan bê ragihandin

Xelef Mîrza ku weke nûnerê Serokwezîrê Iraqê di merasîmên Çarşema Sor de amade bû, got ku sindoqa avakirina Şingalê û Deşta Neynewayê hatiye danîn û diyar kir, heta yasaya budceyê bê pejirandin dê pere bo sindoqê were dabînkirin.

Derbarê vegerandina koçberên Kurdên Êzidî de, Xelef Mîrza got ku bo vegera awareyan divê destpêkê îdareyek bo Şingalê bê danîn û aramî û asayîş bo bajar bê vegerandn. 

Herweha da xuyakirin, li gor lihevhatina ku heye divê 2500 polîs bêne damezrandin û qaymeqameke nû bê danîn. 

Xelef Mîrza da xuyakirin ku di nava Encûmena Wezîrên Iraqê de li ser rewşa Şingalê li gel Wezîra Koç û Koçberan û wezîrên din civiyaye û wan aliyan soz dane ku kar bikin bo başkirina rewşa Şingalê û vegerandina koçberan.

Pêr û duh bi boneya Cejna Çarşema Sor, Kurdên Êzidî li Perestgeha Lalişê ku dikeve qezaya Şêxanê ya Duhokê, merasimên olî pêk anîn.