Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, grûpên çekdar 2 muxtar girtine ku yek ji wan bi birrîna daran hatiye tometbarkirin û yê din tohmeta wî nehatiye zanîn.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye, Ibrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “grûpa bi navê Firqeya Hemze ya ser bi Tirkiyê ve roja Duşembê 18ê Nîsana 2022an welatiyê bi navê Cîhad Sebrî Dawûd ê 51 salî girtiye, bêyî ku tohmet an sedema girtina wî aşkere bike.”
Cîhad Sebrî Dawûd, muxtarê gundê Dargirê yê ser bi nahyeya Mabata ya Efrînê ve ye.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye diyar jî kir, grûpa bi navê Polîsên Leşkerî roja Yekşembê 17 Nîsana 2022an welatiyê bi navê Mihemed Nebî Mecîd desteser kiriye.
Mihemed Nebî Mecîd ê 35 salî, muxtarê gundê Ereb Wêran e li nahyeya Şeran a Herêma Efrînê. Ew welatî ji aliyê Polîsên Leşkerî ve bi wê yekê hatiye tometbarkirin ku “ligel çekdarên grûpa Elcebhe Elşamiye dar birrîne.”
Ev yek piştî ku çekdarên grûpa Elcebhe Elşamiye ew welatî neçar kiribûn di dema birrîna daran de ligel wan be, ji ber ku ew muxtarê gund e.
Heta niha jî nehatiye zanîn ku çarenivîsa wî çi ye û li kuderê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse