Şêwekarekî Rûs bi tabloyên xwe daxwaza rawestandina şer dike

20-04-2022
RÛDAW
Piştî destpêkirina şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, Şêwekarê Rûsî Vladimir Ovcinikov bi karên xwe yên hunerî bangawaziyê ji bo rawestandina şer dike
Piştî destpêkirina şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, Şêwekarê Rûsî Vladimir Ovcinikov bi karên xwe yên hunerî bangawaziyê ji bo rawestandina şer dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Vladimir Ovcinikov şêwekarekî Rûsî ye û piştî ku şer di navbera Rûsya û Ukraynayê de dest pê kir, bi tabloyên xwe daxwaza rawestandina şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de dike, herwiha dibêje ku tabloyên wî ne girêdayî siyasetê ne û tenê ji bo mirovahiyê hatine xêzkirin.

Vladîmîr bi pênûsa xwe tabloya kevoka aşitiyê xêz dike. Temenê wî welatiyê Rûsî, 84 sal e û niştecihiyê bajarokê Borovskiyê li rojavayê Moskowê ye.  Dibêje ku ew zêdeyî 40 sal in tabloyan li ser dîwaran xêz dike.

Piştî destpêkirina şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, ew bi karên xwe yên hunerî bangawaziyê ji bo rawestandina şer dike.

Şêwekarê Rûsî Vladimir Ovcinikov got: “Ez ji bo nîşandana hizir û ramanên xwe wêneyan xêz dikim. Dixwazim hizra xwe ya derbarê tişta ku çêdibe bînim ziman. Dixwazim bi karên xwe bandora min li ser fikirîna xelkê hebe.”

Vladimir dibêje, polîsên bajarok ji wî re gotine ku tabloyên wî sivkatiyê bi artêşa Rûsyayê dikin. Bi gotina wî polîsan yek ji tabloyên wî ku alaya Ukraynayê têde bû jêbirine û 430 dolar ceza dane wî.

Di tabloyekê Viladimir de keçikek Rûsî û keçikek Ukraynî destê hevdû girtine.  Ew bi wê yekê kêfxweş e ku heta niha ev tabloya wî nehatiye têkdan.

Ovcinikov herwiha dibêje: “Porê van keçan bi awayê ala Rûsya û Ukraynayê hatine rengkirin. Ev nîşaneya rêhevaltiyê ye. Weku wêneyekî serdema Yekitiya Sovyetê ye. Binêre niha me çi kiriye; ew hemû rêhevaltî jinavçû. Bi rastî fikirîna li rabirdûyê min xemgîn dike.”

Ovcinikov di wê bawerê de ye ku tabloyên wî peywendî bi siyaseta welatê wî ve nînin û ew tenê wan ji bo mirovayetiyê xêz dike.

Wî şêwakarî biryar daye di nexşandina tabloyên xwe de berdewam be tevî ku rûbirûyî  karûbarên yasayî bûye. 

Daxwazê  ji hunermendên din jî  dike ku hevavayê wî rûbirûyî şer bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst