Wezareta Pêşmerge gotegotên beşdarbûna operasyona Tirkiyê red kir

20-04-2022
RÛDAW
Nîşan Wezareta Pêşmerge Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmerge derbarê tevlîbûn û tevgera hêzên wan a piştî destpêkirina operasyona Tirkiyê li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û got, "Hêzên Pêşmerge bi ti awayî tevlî operasyonan nebûne û nehatine veguhestin."

Piştî destpêkirina operasyona Pence-Kilîl a Tirkiyê li Herêma Kurdistanê li ser torên civakî gotegotên beşdariya Pêşmergeyan di operasyonê de hatin belavkirin, Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê li ser van gotegotan anî ziman, "Em van hemû tohmetan red dikin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke her car, Pêşmerge li çeperên parastinê, çavvekirî ne û nahêlin ti devereke din a niştecihbûyî bikeve bin bandora pirsgirêkên navbera aliyên nakok, ji ber ku ev çend sal in gelê Kurdistanê ji ber nakokiyên herêmî bacê dide û zerareke mezin dîtiye."

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyê de tekez kir ku divê rêz li serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê were girtin.

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge:

"Derbarê beşdarbûn û liv û tevgera Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de piştî destpêkirina operasyonên Artêşa Tirkiyê li deverên sînorî, grûbeke medyayên neberpirs mijûlî tohetmetbarkirina Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ne ku qaşo hevkar û beşdarê van operasyonan bûne.

Em li Wezareta Pêşmerge hemû tohmetan red dikin û radigîhînin ku Hêzên Pêşmergeyan bi ti awayî tevlî operasyonan nebûne û nehatine veguhestin.

Weke her car Pêşmerge li çeperên berevaniyê çavvekirî ne û rê nade ti deverên din ên nîştecêbûyî bikeve bin bandora pirsgirêkên navbera aliyên nakok, ji ber ku ev çend sal in gelê Kurdistanê ji ber nakokiyên herêmî bacê dide û zerareke mezin dîtiye.

Em tekez dikin ku divê rêz li serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê were girtin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst