Cenazeyê şofêrekî ji Bakurê Kurdistanê li Deriyê Îbrahîm Xelîl hate dîtin

20-04-2022
RÛDAW
Nîşan Zaxo Deriyê Îbrahîm Xelîl Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Polîsên Zaxoyê ragihand ku şeva borî cenazeyê şofêrekî ji navçeya Qoser a Mêrdîna Bakurê Kurdistanê di nava otomobîla xwe ya barhilgir de li ser cadeya sereke ya Deriyê Navdewletî Îbrahîm Xelîl hatiye dîtin.

Berdevkê Polîsên Zaxoyê Nehşet Selman roja Çarşemê 20.04.2022 ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Şeva borî em hatin agahdarkirin ku welatiyekî xelkê Bakurê Kurdistanê di nava otomobîla xwe ya barhilgir de canê xwe ji dest daye û piştî tîmên me çûn cihê bûyerê diyar bû ku şofêrê barhilgirê L.A.S 45 salî ye û ji navçeya Qoser a Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye. Mêrik di barhilgira xwe de li benzînxaneya ES Oil li ser cadeya sereke ya Îbrahîm Xelîl canê xwe ji dest daye."

Nehşet Selman diyar kir, cenaze ji bo otopsiyê hatiye veguhestin bo Duhokê û lêpirsîn li gor madeya 405 ya Qanûna Ceza ya Iraqê li Binkeya Polîsê ya Rizgarî hatiye destpêkirin.

Deriyê Navdewletî ya Îbrahîm Xelîl deriyekî fermî ye di navbera Herêma Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de û rojane hejmareke zêde barhilgir ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi rêya deriyê ve tên Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst