Heyder Şeşo: Şerê PKKê û Artêşa Iraqê plan e

20-04-2022
RÛDAW
Nîşan Heyder Şeşo Artêşa Iraqê YBŞ Rêkeftina Şingalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Îro Sêşemê Fermandarê Hêzên Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo diyar kir ku şerê di navbera YBŞê û Artêşa Iraqê de ne yekem car e rû dide û plana cibicînekirina Rêkeftina Şingalê ye.

Heyder Şeşo beşdarî bernameya Rûdawa Îro bû û li ser şerê Asayîşa Êzidxanê û Artêşa Iraqê got, "Ev ne cara yekem e ku şer di navbera hêzên ser bi PKKê ve û Hêzên Iraqê de çê dibe. Eşkere ye ku ev pevçûn plana wan e. Her dema ku ji gelê Şingalê re derfeta vegerê çê dibe yan jî daxwaza cibicîkirina Rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê kirin van aloziyan derdixin.”

Heyder Şeşo diyar kir, li gor rêkeftinê divê Heşda Şebî û aliyên ser bi PKKê ve ji Şingalê derkevin û destnîşan kir ku her du alî yek hêz in.

Heyder Şeşo li ser nêzikiya Heşda Şebî û hêzên ser bi PKKê ve anî ziman, "Hêzên ku rasterast girêdayî PKKê ne, hemû maf û pêdiviyên wan ji aliyê Heşda Şebî ve tên dayîn, bi navê Heşda Şebî li hemû nuqteyên kontrolê yên Xanesor, Sinûnê ne û heta li Şingalê jî hêzên wan ên hevbeş hene."

Fermandarê Hêzên Parastina Êzidxanê her wiha got, "Em bawer dikin ku ev pevçûn plankirî ne ji aliyê ew hêzên ku ne razî ne ji Rêkeftina Şingalê û naxwazin gelê Şingalê vegerin ser cih û warên xwe.”

Heyder Şeşo diyar kir ku Artêşa Iraqê xemsar e di aloziya rewşa Şingalê de û anî ziman, “Artêşa Iraqê di warê bi cihanîna Rêkeftina Şingalê de ne cidî ye her çend şer û pevçûn jî çê dibin û ew tên kuştin û birîndarkirin jî, berpirsên mezinên wan ên li Baxdayê fermana vekişînê didin. Ew dibêjin ku derfetê bidin wan da ku li deverê bimînin û tenê cihê wan biguherînin, ji ber vê yekê ji me re dîyar e ku ev plan e di navbera wan de. Dibe ku Artêşa Iraqê ne di çarçoveyê planê de be lê dema ferman hat dayîn, divê were bi cihanîn.”

Heyder Şeşo destnîşan kir ku YBŞ sedema venegera Êzidiyan bo Şingalê ye û hêzên ser bi PKK li ser sînorê Şingalê girêdayî Heşda Şebî ya Îranê ne û pabendî biryarên Hikûmeta Iraqê nabin, ji ber vê yekê li deverên ku lê ne desthilata hikûmet, polîs û Artêşa Iraqê nîne, hêzên Asayîşa Şingalê jî girêdayî wan in.

Şeşo her wiha anî ziman, "Îran sînorê me ji bo ketina nav Sûriyê bikartîne û ji ber ku sînorê herêma me bi Sûriyê re ji sedî 95 Sunî ne û Heşda Şebî nikare ji xeta herêmên Sunî têkeve, hêzên ser bi PKKê ve hevkariya planê dikin û wan Şingalê wek rêyek ji bo xwe gihandina Sûriyê destnîşan kirine."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst