ENKS: Şewitandina ofîsan dê encamên karesat li pey xwe bîne

20-04-2022
RÛDAW
Nîşan ENKS PYD Şewitandina Ofîsan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Emîndariya Giştî ya ENKS di derbarê şewitandina ofîsan de got "Berdewamiya risteya binpêkirinan dê encamên karestbar li pey xwe bîne."

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di derbarê şewitandina ofîsên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyekê de Emîndariya Giştî ya ENKS dibêje ku berdewamiya risteya binpêkirinên berfireh li dijî gelê me û Encûmena Niştimanî û alîgirên wê dê encamên karestbar li şûn xwe bîne.

ENKS herwiha ragihand "Siyaseta tirsandinê ku PYD li dijî gelê me dimeşîne û şewitandina ofîsên ENKS û partiyên wê li ber çavê Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka ye ku piştevaniya van hêzan dike ku tundutûjiyê li dijî me bikar tînin.”

Di 19ê Nîsanê de Ofîsa Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye ya li bajarê Hesekê hat şewitandin. Şevek beriya wê di 18ê Nîsana 2022an du ofîsên din ên ser bi ENKSê û partiyên wê ve li Rojavayê Kurdistanê hatibûn şewitandin. Yek ji wan, Ofîsa Encûmena Xwecihî ya ENKSê li bajarê Dêrikê û ya din Ofîsa PDK-Sê ya li bajarê bû.

Rêveberiya Xweser û Asayişa Rêveberiya Xweser heta niha derbarê şewitandina ofîsên ENKSê de ti daxuyanî û zelalkirinek nedane.

Herwiha heta niha ti kesek ji ber êrişa ser ofîsên ser bi ENKSê ve û şewitandina wan nehatiye desteserkirin.

Berpirsên ENKSê dibêjin, rêxistina bi navê Ciwanên Şoreşger a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve berpirsyarê wan êrişan e.

Şewitandina herdu ofîsan di demekê de ye ku aliyê Amerîkî û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî hewl didan danûstandin careke din di navbera ENKS û PYNKê de destpê bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst