PAK: Em bi hêvîn e ku Herêma Kurdistan birînên Kurdên Êzidî bipêçe

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi helkefta hatina cejna sersala Kurdên Êzidiyan, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got ku: “Em di wê bawerîyê de ne ku Parlamento, Serokatî , Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê ji bo birînên xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bêne alandin dê biryarên teybet bigirin.”

PAKê îro Çarşemê 20 Nîsana 2022yan bi mabesta Cejna sersala Kurdên Êzidî  (Çarşema Sor) peyameke pîrozbahiyê belav kir û got: “Kurdên Êzidî jê bawer dikin ku li gorî salnameya berê, di çarşema yekem ya meha nîsanê de avabûna gerdûnê temam bûye û jiyan dest pê bûye. Ji ber vê jî vê rojê wek Cejna Çarşema Sor, wek  Cejna Sersalê pîroz dikin.”

Di peyama xwe de PAK dibêje: “Ola Êzidî yek ji ola herî kevnar a Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî xwedîyê taybetmendiyeke dînî, kulturî, civakî û dîrokî ye. Di dîroka xwe de xuşk û birayên me yên Kurdên Êzîdî ji ber nasnameya xwe ya olî û neteweyî tûşî gelek qetlîam û êrîş û karesatan bûne, lê wan tu carî  dest ji zimanê Kurdî, dest ji nasnameya xwe ya olî, kulturî û Kurdayetiyê bernedane.”

PAK herwiha ji bo berevanîkirina Kurdên Êzidî bang dike û dibêje: “Di Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî da em bangî hemû Kurdan û Kurdistanîyên li cîhanê dikîn ku li himberî zilm û neheqî û êrîşên li ser Kurdên Êzidî helwestê bigirin û rê jî nedin ku tu aliyek xwe li ser wan de bisepînin.

Em di wê baweriyê de ne ku Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê  ji bo birînên xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bêne alandin, dê biryarên teybet bigirin. Herwiha dê di bin desthilatî û serweriya Rêvberiya Herêm Kurdistanê de hemû nirx û mafên olî, kultirî û xweîdarekirina herêmî ya Kurdên Êzidî biparêzin, pêşde bibin û bixin bin garantîyê.

Em bi hest û bîr û bawerî û hişmendîya xwe ya neteweyî û niştimanî Cejna Çarşema Sor, Cejna Sersalê  ya xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî pîroz dikin.”