Li Çelê 4 siyasetmedar hatin desteserkirin

20-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Çelê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ve hevserokê berê yê şaredariya Çelê Servet Tunç jî di nav de 4 kes hatin desteserkirin.

Li bajarokê Çelê ya Colemergê îro 20ê Nîsana 2021ê di demjimêrên sibehê de polîsan bi ser malên çend siyasetmedaran de girtin. 

Di encama serdegirtinê de hevserokê berê yê Şaredariya Çelê Servet Tunç, ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) serokê berê yê şaredariyê Mehmet Kanar, endamê Encûmena Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Faris Çetinkaya û Haci Yanar hatin desteserkirin.

Derbarê sedema desteserkirinê de ti zanyarî nehatine dayîn û hatiye ragihandin ku kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariya Navçeyê hatine birin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst